PKK ji HDPê ne razî ye!

02 tîrmeh 2018 20:31
PKK ji HDPê ne razî ye!

PeyamaKurd - PKKê rexne li Partiya Demokratîk a Gelan HDPê kir û ragihand ku HDPê li hemberî fişaran nekariye têkoşîna pêwîst bike û xwe birêxistin bike.

Endamê Desteya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê KCKê Mistefa Karasu, derbarê encamên hilbijartinên 24ê Hezîranê gotarek nivîsand û rexne li HDPê kir.

Karasu got: Gellek rexne hene ku mirov li HDPê bike. HDP nekariye li dijî fişar û zordestiyan, têkoşîna pêwîst bike û xwe birêxistin bike.

Li gorî Karasu, di hişmendî û zimanê siyaseta HDPê de gellek kêmanî hene. Kurd ji HDPê nan û kar naxwazin. Kurd ji HDPê daxwaza xwedîlêderketina doza têkoşîna azadiyê dikin.

PKK