Pistî tehdîda Sîsî Serrac bi berpirsên Amerîka re civiya

22 hezîran 2020 21:40
Pistî tehdîda Sîsî Serrac bi berpirsên Amerîka re civiya

PeyamaKurd- Serokwezîrê Lîbyayê Fayîz es-Serrac, bi sefîrê Amerîkayê yê Trablûsê Richard B. Norland û fermandarê Amerîkayê yê hêzên Afrîkayê (AFRICOM) orgeneral Stephen Townsend re li bajarê Zûwara civiya. Li gor ragihandina hukumeta Lîbyayê her dû alî li ser gelek mijaran axifîne û weha got:

“Li Lîbyayê, di civînê de li ser seha leşkerî, ewlekarî, pêşdeçûnên dawiyê û hewlên Amerîka bo îstîqrara Lîbyayê hati axaftin. Her weha li ser hevkariya stratejîk ya navbera dewleta Lîbyayê û Amerîkayê, di çarçoveya koordinasyona hevpar de, têkoşîna bi terorîzmê re, bi AFRICOM ê re hat guftûgokirin.”

Wezîrê karên hundir yê Lîbyayê Fethi Başağa û fermandarê artêşa Lîbyayê yê daîra tevgera rojavayê Lîbyayê Usame Cuveylî û hinek fermandarên di asta bilind de tevlî civînê bûne.

Di civînê de behsa tehdîda Sîsî ya ku şemiya borî kiribû hat kirin ku duhî hukumeta Lîbyayê bi awayekî nivîskî ragihandibû û gotibû:

“Em redda beyanên Sîsî dikin û wan gotinên hesab dikin ku dikarin heya şerekî derbixin.”