'Dewlet bixwaze berpirsên kujerên nediyar tê cizakirin'

23 nîsan 2026 17:11

Hasan Karakoç ê ku 31 sal in ji bo darizandina berpirsên kuştina kekê xwe Ridvan Karakoç, têdikoşe li ser daxuyaniya “Ji bo çareseriya kiryarên kujerên nediyar tîm hat avakirin” a ji hêla Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ve hat ragihandin got: “Ev daxuyaniyeke baş e. Ev mesele ji bo dewletê pir hêsan e ku bê çareserkirin.”

'Dewlet bixwaze berpirsên kujerên nediyar tê cizakirin'

RûpelNews - Wezîrê Dadê Akin Gurlek derbarê kiryarên kujerên nediyar anku dozên neçareserkirî de got: "Me tîmeke-yekîneyeke ava kiriye. Hemû dozên kiryarên kujerên nediyar, windahiyên neçareserkirî, tevî yên ku berê hatibûn redkirin jî, yek bi yek tên vekolîn."

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji sala 1995an vir ve her hefte kom dibin da ku çarenûsa xizmên xwe yên ku di bin destê desthilatdaran de winda bûne de bizanin û sûcdar werin darizandin.

"Daxuyaniya Wezîr baş e"

Hasan Karakoç yek ji wan kesan e ku li gel Dayikên Şemiyê ji bo tespîtkirina kesên ku birayê wî piştî girtina wî kuştine, têkoşîn dike.

Karakoç daxuyaniya Wezîr Gurlek bi awayekî erênî nirxand û got: "Dilxweşker e ku wezîr ev daxuyanî daye. Ez hêvî dikim û dia dikim ku ew li ser gotina xwe bisekine, li van kuştinên neçareserkirî bikole û sûcdarên wan bîne ber dadgehê."

"Çareseriya kiryarên kujerên nediyar bo dewletê hêsan e”

Karakoç, tekez kir dîtina berpirsên kujerên ku wek nediyar tên destnîşankirin gelek hêsan e û wicht axivî: "Ev bi rastî ji bo dewletê meseleyeke pir hêsan e. Binêrin, cenazeyê Gulistanê ev şeş sal in winda ye. Ji ber ku dozgerek jin dest bi lêpirsîneke berfireh û kûr kir, binêrin ev yek gihand ku derê? Derken holê ku waliyê bajêr ku her tiştê di destê wî de ye her tiştî serûbin kir da ku rastî neyê zanîn. Ji bo tunekirina delîlan her tiştî kiriye. Lê bi saya helwesta bi biryar a dozgerekê ev kuştin piştî şeş salan hate çareserkirin. Ji ber vê yekê, ji bo dewletê, ev bi rastî meseleyeke pir hêsan e.”

"Kuştinên siyasî hatine veşartin"

Li gorî Karakoç, dewlet bixwaze hemû bûyerên kuştin-kujer bên ronîkirin û wiha axivî: Di hevpeyvînekê de, Mehmet Agar wezîrê berê digot’ ‘Heke em kevirekî jî rakin, dê dîwar li ser me hilweşe' Yanê ji bo devlet zirar nebîne hatiye karkirin û kuştinên siyasî tim hatine veşartin.”

Dosye di nav refên dozgeriyê de wisa maye

Karakoç ê ku ew 31 sal in têkoşînê dike da ku kesên berpirsiyarê kuştina kekê wî bîne ber dadgehê, got ku di vê demê de wî gelek caran çûye qereqolên polîsan û dadgehê, lêbelê kes nehatiye lêpirsîn û tu doz nehatiye vekirin.

"Em difikirin serdana Wezîrê Dadê re bikin”

Karakoç diyar kir ku ew difikirin ku herin Nezarete ligel Wezîrê Dadê Akin Gurlek hevdîtinekê li ser mijarê bikin. Ligel kesûkarên wendayiyan ew ê Şemiyê kom bibin û plansaziyekê dê bikin.

Der barê Ridvan Karakoç de:

Ridvan Karakoçê 34 salî, li Stenbolê dijiya; ew di nav karên partiyên siyasî yên Kurd û rêxistinên çandî û hunerî de çalak bû. Di sala 1995an de hatibû binçavkirin.

Malbata Karakoç ji bo dîtina kurê xwe serî li hemû saziyên têkildar da. Lêbelê, negihiştin kurê xwe.

Piştî lêgerîna malbatê ku tam 110 rojan dewam kir, cinazeya Rıdvan Karakoç li Goristana Altınşehir a Kesên Bêxwedî hate dîtin. Tevî ku qeydên wî li saziyên fermî heye lê ew wekî 'kesekî nenas’ hatiye veşartin.

Di lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Beykozê ve hatiye kirin de, tu doz li tu kesî heta niha nehat vekirin.