Pistî sewatên deverên turîstîk li Stenbolê jî agir bi daristana qisleya leskerî ket!

30 tîrmeh 2021 19:14
Pistî sewatên deverên turîstîk li Stenbolê jî agir bi daristana qisleya leskerî ket!

PeyamaKurd – Li demeke ku li seranserê Tirkiyê û hin bajarên Bakurê Kurdistanê şewatên daristanan berdewam dikin de, li navenda bajarê Stenbolê jî agir bi daristana cihê leşkerî ket.

Hat ragihandin ku îro Înê li navçeya Esenler a Stenbolê, agir bi daristana hêzên leşkerî yên Qişleya Baştabyayê ketiye.

Ji bo vemirandina agir tîmên agirkujiyê çûne cihê şewatê û belavbûna agir kontrol kirin.

Li gorî zanyariyan, ji ber şewatê xisar gihîştiye daristanê û ji bo peydeçûna sedema şewatê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li bajarên Antalya, Mugla, Mersîn û Aydinê jî şewatên daristanan ev çend roj in berdewam dikin û heta niha 3 kes jî bûne qurbanî.

Hêjayî gotinê ye, li ser medya civakî gotegoteke ku PKKê li hin deverên Tirkiyê daristan şewitandine hatibû belavkirin, lê rayedarên Tirkiyê ev yek red kiribûn û derketibû holê çend zarokên temenê wan bin 18 salî de dema pirtûk şewitandine agir bi daristanên Manavgatê xistine.