Tirkiyê pistî bicihbûna Zêrevanên Sînor deverên Zaxoyê dîsa topbaran kir

07 tîrmeh 2020 23:05
Tirkiyê pistî bicihbûna Zêrevanên Sînor deverên Zaxoyê dîsa topbaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê tevî ku hêzên Zêrevaniya Sînor ên Iraqê hatine bicihkirin jî bombebaranên xwe li heman deveran berdewam dike.

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmê, îro 7ê Tîrmehê artêşa Tirkiyê car din bajarokê Derkarê yê bajarê Zaxoyê bi hinceta hebûna PKKê bombebaran kir ku heta niha gelek gund li wan deveran hatine valakirin.

Tê ragihandin ku di encama topbaranê de ziyan gihîştiye mal û milkên xelkê herêmê ku ji ber bombebaranên berdewam gundî êdî nikarin biçin nav erdên xwe.

Bi fermana Hikûmeta Iraqê li nehiyeyên Batufa û Derkarê yên Zaxoyê hêzên Zêrevaniya Sînor li hember êrîşên Tirkiyê hatibûn bicihkirin, lê belê êrîş hê jî berdewam dikin.

Fermandarê Hêzên Zêrevaniya Sînor ku hemû leşkerên wê Kurd in jî ragihandibû ku heger êrîşek bi ser hêzên wan de bê kirin, ew dê bersivê bidin.