Pistî serdegirtinê deriyê KCD hat mohrkirin

26 hezîran 2020 22:24
Pistî serdegirtinê deriyê KCD hat mohrkirin

PeyamaKurd – Piştî serdegirtina avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji îro 26ê Hezîranê danê sibehê ve polîsan lêgerîn tê de kir, deriyê KCDê hat mohrkirin.

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê polîsan bi ser avahiya KCDê de girtibû û hemû kelûpelên hundirê wê hatibûn belavkirin.

Piştî bidawîbûna lêgerîna ku bi qasî 8 saetan dom kir, deriyê avahiya KCDê jî hat mohrkirin.

Serdozgeriyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCDê de biryara binçavkirina 64 kes daye ku heta niha niha 42 kes hatine binçavkirin. 

Hevseroka KCDê Leyla Guven ku beriya demekê parlamentariya wê hatibû xistin, li dijî operasyona polîsan derket û ev yek wekî plana têkbirinê bi nav kir. Guven diyar kir ku KCD kongreya gel e û ew dê di nava gel de xebatên me bidomin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dema pêvajoya çareseriyê ango bi navê aştiyê ku li Tirkiyê di sala 2013an de hatibû destpêkirin, KCD wekî saziyeke pênase lê hatiye kirin dihat qebûlkirin û raporên li ser pirsa Kurd li parlamentoya Tirkiyê bi fermî pêşkeş kiribûn.