Pistî bûyera mirîdên terîqetê deriyê Basmaxê hat girtin
09 tîrmeh 2020 23:19
PeyamaKurd - Piştî ku nêzî 3 hezar derwêş û mirîdên Terîqeta Qadirî bê kontrol di deriyê Başmax re ji bo beşdarî şîniya Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî bibin, derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, deriyê Başmax ji bo 24 saetan bi temamî ji hatûçûnê re hate girtin.
Dema derbasbûna derwêş û mirîdan ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, alozî derketibû, hinek mirîdan bi kêr, xencer û çoyan êrîşî asayîşê kiribû. Herwiha hêzên îranî jî ew gulebaran kiribûn ku 4 ji wan hatibûn kuştin.
Rêveberê Deriyê Sînorê Başmax Lîwa Merîwan Kemal ragihand: “Niha Deriyê Sinor ê Başmax bi biryara Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji bo dema 24 saeta bi temamî hate girtin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Pistî bûyeran Qeredaxê ji bo welatiyên Tirkiyê vîze danî
27 cot 2025
Jiyan
Pistî hêrisa Hamasê ya mûsekî Îsraîlê deriyê sînorê Kerem Salomê girt
05 gln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin