Pistî Rojhelat li Bakur jî agirê Newrozê pêket

17 adar 2024 20:08
Pistî Rojhelat li Bakur jî agirê Newrozê pêket

PeyamaKurd – Piştî Rojhelatê Kurdistanê agirê Newrozê li Bakurê Kurdistanê jî pêket.

Li Bakurê Kurdistanê di çarçova pîrozkirina Cejna Newrozê ya 2024an de; Colemerg, Wan û Şirnexê jî di nav de, li 15 parêzgeh, bajar û bajarokan, bi drûşma “Rabe Dema Azadî û Sekeftinê ye” agirê Newrozê hate dadan.

Li parêzgeha Wanê welatiyên Kurd ji bo beşdarî pîrozbahiyê bibin serê sibehê ji gelek navçe û taxên parêzgehê hatin Parka Newrozê ya li bintara Kela Wanê.

Bi hezaran kes li gelek cihen cuda yên navenda Wanê, ji aliyê polêsan ve hatin kontrolkirin û daketin qada Newrozê û beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Piranîya gelê parêzgehê bi cilûbergên Kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, li ser navê Komîsyona Rêvebir a Newrozê Ebrû Demîrtaş, Hevserokê Şaxa Wanê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Harûn Okay, namzetên hevserokatiya Şaredariya Parêzgeha Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Hevserokê Giştî ya DBPê Keskîn Bayindir axaftinan kirin.

Di pîrozbahiyê de hunermend Faraz Sine, Suavî, Koma Aryen û Helîmê Omerî jî derketin ser dikê û beşdarvanan coşandin.

Her wiha Li Colemerg u Şirnexê jî li qadên Newrozê cejna Newrozê hat pîrozkirin.

Li Colemergê Parlementerê DEM Partîye Sirri Sakik axaftinek kir.

Di heman demê de, li Stenbol, Îzmîr, Dîlok, Tekîrdag, Kocaelî, Bursa, Denîzlî, Osmanîye, Gîyadîn a navçeya Agirîyê, Pirsûs, Xelfetî, Siwêrega navçeyen Rihayê jî Newroz hatin pîrozkirin.

Li Rojhelatê Kurdistanê agirê Newrozê geş bû

Agirê Newrozê, beriya hemû deverên Kurdistan, li piraniya bajar, navçe û gundên Rojhilatê Kurdistanê destpê kiribûn.

Li Rojhelat gel bi cilûbergên we Axabanî û Hewî û hêmayên netewî û bi stran û sirûdên şoreşgerî yên dijî rêjîma Îranê ahengên mezin û bi coş li dar xistin.

Komîsyonên rêvebirinên Cejna Newrozê, ji gelê Rojhilat daxwaz kirin ku bi cilûbergên netewî û bi hilgirtina Axabanî û Hewriyan beşdarî şahiyên Newrozê bibin.