Pistî lehiya Hewlêrê îro dewama perwerdehiyê asayî dibe

19 berfanbar 2021 10:50
Pistî lehiya Hewlêrê îro dewama perwerdehiyê asayî dibe

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê Beşdar Ebdulxaliq ragihand ku îro Yekşemê li sînorê hemû navendên Hewlêrê û dorûbera Hewlêrê dewama perwerdeyê asayî dibe.

Beşdar Ebdulxaliq daye xuyakirin, ji bilî wan dibistanên ji ber lehiyê zirar dîtine û ne amade ne ji bo perwerdeyê, wê li hemû dibistanên Hewlêrê perwerde asayî be.

Hêjayî gotinê ye, du roj berê ji ber barîna barana zêde û bobelata lehiyê li gelek taxên Hewlêrê û dorûbera Hewlêrê av çûbû nava gelek dibistanan û malên hemwelatiyan û 12 kes jî ji ber lehiyê can dabûn. Ji ber wê biryar hatibû dayîn dewama dibistanan jî bi awayekî demkî were rawestandin