Pistî êrîsa ser Hewlêrê Amerîka dorpêçên din danî ser Îranê
PeyamaKurd – Piştî Îranê êrîşên moşekî bir ser Hewlêra Kurdistanê, Amerîka dorpêçan danî ser kes û şîrketên ku ji bo Îranê, ji bo bernama fuzeyên balistik alavan dikirin û destekê didin Îranê. Li gor ragihandina wezareta Xezînê ya Amerîkayê ya nivîskî; kesê ku destekê dide bernama fuzeyê ya balistik ya Îranê Muhammed Ali Huseyni xistin nav lîsta dorpêçan.
Di biryara dorpêçan de niha artêşa Îranê di hedefê de ye. Di biryara wezaretê de hat gotin ku Huseynî û gelek fîrmayên pêve girêdayî ji bo artêşa Îranê di pîvanên segmentên cuda de perçeyên fuzeyên balistik temîn dikin û ev fuzeyên Îranê ji bo herêmê tehdîdin.
Îranê ji binkeyên Tebrîzê di 13 ê adarê de siet di 01:00 ê de 12 fuzeyên balistik avêtibûn Hewlêrê û xesara maddî zêde çêbûbû. Artêşa Îranê bûyerê girtibû ser xwe û gotibû me piştî êrîşa Îsraîlê ya ser balafirgeha Kirmanşahê, li xaniyên Îsraîliyan yên li Hewlêrê xistiye. Lê ew xanî yê yekî Kurd bû û Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe gihandibû Îranê.
Xaniyê ku Îranê lê xistibû, yê xwediyê wê şîrketê bû ku borûya xaza Herêma Kurdistanê çêdike da xaza Kurdistanê here Tirkiyê û Awrûpayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin