Pistî hevdîtinê Selahattîn Demirtas rakirin nexwesxanê

02 berfanbar 2019 22:23
Pistî hevdîtinê Selahattîn Demirtas rakirin nexwesxanê

PeyamaKurd – Xwişk û parêzara Selahattîn Demirtaş, Ayşegul Demirtaş îro li ser medya civakî ragihand ku 26ê Mijdarê Demirtaş li qawîşa girtîgeha Edirneyê ji ber nexweşîna dil bêhiş ketiye û tenê hevalê wî yê qawîşê parlamentarê berê yê HDPê Abdullah Zeydan alîkarîya lezgîn daye wî û ew ranekirine nexweşxanê.

Xwişka Demirtaş, gotibû ku 7 roj bi ser nexweşîna wî de derbas bûne, lê destûr nehatiye dayîn ku Demirtaş sewqî nexweşxaneyê bê kirin.

Piştî belavbûna nûçeyê, parlamentarên HDPê Erol Katırcıoğlu û Dr. Necdet İpekyuz îro serdana Selahattîn Demirtaş li girtîgehê kirin û piştî hevdîtinên ligel rayedaran jî ragihandin ku Demirtaş bo nexweşxanê hatiye veguhestin.

Tê çaverêkirin Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî li ser mijarê daxuyaniyekê bide.

Xwişka Demirtaş: 'Demirtaş li qawîşê bêhiş ketiye û ranakin