Selahattîn Demirtas bi balafirê anîn Diyarbekirê
24 rêbendan 2024 02:27
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 23yê Çileyê Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku 7 sal in di girtîgeha Edirneyê de girtiye, ji ber nexweşketina diya wî bo serdanê bi balafirekê anîn Diyarbekirê.
Li gorî zanyariyan, dayika Demirtaş Sadiye Demirtaş ji ber nexweşiyê rakirine nexweşxaneyeke taybet a li navçeya Peyas a Diyarbekirê û Demirtaş jî li nexweşxaneyê serdana diya xwe kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bavê Demirtaş, Tahir Demirtaş 31ê Kanûna 2023yan wefat kiribû û Selahattîn Demirtaş wekî protesto destûr ji îdareya girtîgehê nexwestibû û nehatibû cenazeyê bavê xwe
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
2 balafirên kargoya leskerî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê danîn
28 mjd 2025
Magazîn
Mehmed Uzun li Diyarbekirê bi merasîmekê hate bibîranîn
11 cot 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin