Pistî daxuyaniya Banka Navendî ya Tirkiyê nirxê dolar dîsa bilind bû
10 berfanbar 2021 20:02
PeyamaKurd - Banka Navendî ya Tirkiyê îro 10ê Kanûnê destwerdana bazara diravan kir û dolar careke din bilind bû û 1 dolarek gihîşt 14 lîreyê Tirkî.
Banka Navendî ya Tirkiyê piştî destwerdana bazarê daxuyaniyek belav kir û tê de got, “ Ji ber zêdebûna ne tendurist ya nirxê diravên biyanî ji aliyê firotinê ve rasterast destwerdan tê kirin.”
Piştî vê daxuyaniyê nirxê dolar careke din bilind bû gihîşt heta 13,95 lîreyê Tirkî ku ev demek dirêj e ji ber qeyrana aborî ya li Tirkiyê nirxê dolar her zêde dibe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Banka Navendî ya Tirkiyê (TCMB) faîzê daxist %39,5an
23 cot 2025
Kurdistan
Banka Navendî ya Tirkiyê texmîna enflasyona dawiya salê %6 zêde kir
08 mjd 2024
Jiyan
Banka Navendî ya Tirkiyê pûanek faîz kêm kir, lê nirxê dolar dîsa neket!
16 brf 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin