Serokê Banka Navendî yê Tirkiyê Murat Uysal ji erka xwe hat dûrxistin
PeyamaKurd – Bi biryara Serokomarê Tirkiyê, Serokê Banka Navendî yê Tirkiyê Murat Uysal ji erka xwe hat dûrxistin û Nacî Agbal li şûna wî hat erkdarkirin.
Biryara guhertina Serokê Banka Navendî yê Tirkiyê bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.
Li gor wê biryarê Serokê Banka Navendî Murat Uysal ji kar dûrxistin û li şûna wî Nacî Agbal ku berî niha Serokê Budce û Stratejî yê Serokomariyê bû, hat danîn.
Murat Uysal berî 16 mehan bi biryara Recep Tayyîp Erdogan li şûna Murat Çetînkaya hatibû erkdarkirin. Ev di dîroka Tirkiyê de yekem car e ku di nava heyama 16 mehan de 2 serokên Banka Navendî tên guhertin.
Nacî Agbal ku Serokê Nû yê Banka Navendî ye, sala 2015an ji Bayburtê bûbû parlamenterê AKPê û di Hikûmeten 64 û 65an de Wezîrê Darayî bû.
Ev biryara guhertina Serokê Banka Navendî di demekê de ye ku lîreyê Tirkiyê li hember diravên biyanî di asta xwe ya herî nizim de ye û roj li pey rojê nirxê xwe ji dest dide.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin