Pistî agirbesta Qerebaxê ser didome, li Genceyê teqîn: 5 kustî, 28 birîndar
PeyamaKurd – Piştî agirbesta ku li Moskowê ji bo şerê Qerebaxê hat ragihandin, şer dîsa berdewam dike ku herdu alî hevdu tawanbar dikin.
Wezareta Berevaniya Azerbaycanê dibêje, "Leşkerên Ermenistanê agirbesta mirovî binpê kirine û erîş anîn ser bajarê Genceyê."
Li gorî daxuyaniyê, Ermenistanê êrîş biriye ser cihên sivîl ên bajarê Genceyê û tê ragihandin ku 5 kes di avahiyeke hatiye hilweşandin de mirine û 28 kes jî birîndar bûne.
Herwiha li bajarê Hankendî yê Qerebaxê jî dengê teqînan tê bihîstin ku şer ranewestiyaye.
Dîsa piştî agirbesta ku doh dest pê kiribû, li gorî medya tirk ji aliyê Azerbaycanê ve tankên Ermenistanê yên diliviyan bûne armanc û hatine ruxandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin