Pistî 8 salan gestên esmanî yên Siûdî û Sûriyê dest pê dikin
PeyamaKurd - Wezareta Veguhestinê ya Rêjîma Sûriyê ragihand ku 7ê Mijdara 2024an, piştî 8 salên rawestandina pêwendiyên dîplomatîk yekem geşta esmanî di navbera balafirxaneya Şam û Cedayê dest pê dike.
Rêveberê Giştî yê Dezgeha Hêlên Esmanî ya Sûriyê Hatim Qebas, da xuyakirin ku wê heftane 2 geşt di navbera her du balafirxaneyan de werin kirin.
Çi bûbû?
Hêjayî bibîrxistinê ye, 8ê Gulana 2016an, ji ber xerabûna pêwendiyên siyasî di navbera hikûmetên Sûrî û Siûdiyê de, geştên esmanî di navbera her du welatan de rawestiyabûn.
Nîsana 2023yan, piştî 12 salan ji birîna pêwendiyên diplomatîk, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan serdana Sûriyê kir û bi Beşar El-Esed re civiya.
Piştî wê serdanê Siûdiyê Feysel Bin Siûd weke balyoz Şamê destnîşan kir û Sûriyê jî Eymen Sûsan weke balyozê Riyadê destnîşan kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin