Pistî 7 mehan gestên esmanî yên Hewlêr-Tehranê destpêkir
PeyamaKurd - Rêvebirê giştî yê nivîsgeha peywendiyên Kurdistanê û Îranê ragihand, ku destpêbûna geştên esmanî yên di navbera Hewlêr-Tehranê de pêngaveke girîng di çarçova pêşxistina peywendîyên aborî yên Kurdistanê û Îranê de ye.
Heft meh bûn ku geştên esmanî yên di navbera Hewlêr û Tehranê de hatibûn rawestandinê ku ew geştana careka din destpê bûn û rêwî idî dikarin hefteyê du caran ji Hewlêrê bi balafiran seredana Îranê bikin.
Evdila Salih di hevpeyvîna ligel ajansa nûçeyan ya IRNA`yê de bal kişand ser peywendîyên mêjûyî yên gelên Kurdistanê û Komara Îranê û wiha îfade kir: “Em qedrê Îranê ji ber rola navbeynkarîya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo rakirina qedexeya geştên esmanî yên navnetewî bo balafirgehên Kurdistanê digirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin