Pistî 13 salan careke din Qeter balyozxaneya xwe ya li Samê vedike

16 berfanbar 2024 16:04
Pistî 13 salan careke din Qeter balyozxaneya xwe ya li Samê vedike

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Qeterê ragihand ku ew careke din balyozxaneya xwe ya Şamê vedikin, her weha piştevaniya xwe ji bo şoreşa gelê Sûriyê jî tekez dike.

Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de ragihand, wan biryar daye ku piştî 13 salan, balyozxaneya xwe li Şama paytexta Sûriyê vekin. 

Wezareta Derve ya Qeterê di heman daxuyaniyê de piştevaniya xwe ya ji bo şoreşa gelê Sûriyê ji bo azadî, rûmet û dadperweriyê tekez kir û ragehand, “Şoreşa gelê Sûriyê li dijî rejîmeke dîktator û tepeserker bû.”

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin: “Vekirina Balyozxanya Qeterê ya li Şamê dibe sedema zêdekirina alîkariyên Qeterê ye ji bo Sûriyê. 

Ji aliyekî din ve jî hejmareke çavkaniyên rojnamevanî aşkere kir ku Îran jî dê demeke nêzîk careke din balyozxaneya xwe ya li Şamê veke.