Pisporê amerîkî: Modela Ocalan li Rojhilata Navîn têk çû
Pisporê siyasetê David L. Phillips, di analîzeke xwe de ku di The Jerusalem Post de hatiye weşandin, nivîsand ku modela 'konfederalîzma demokratîk' a ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ligel ceribandina Rojava li Sûriyê hilweşiyaye.
RûpelNews - Phillips, ku li Koleja St Antony's a Zanîngeha Oxfordê lêkolînên akademîk dike, destnîşan kir ku sîstema ku bingeha îdeolojîk a PKK û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk tîne, di bin bandora ramanên teorîsyenê amerîkî Murray Bookchin de maye. Di gotarê de hate bibîranîn ku Ocalan di "Deklerasyona Konfederalîzma Demokratîk" a ku di sala 2005an de hatibû weşandin de, parêzvaniya têgeha "demokrasiya bêdewlet" kiribû.
Phillips diyar kir ku avaniya li Rojavayê li ser şêwirmendiyên herêmî, dezentralîzasyon, nûnertiya jinan û modelek rêveberiyê ya ku ji aliyê civakê ve hatiye organîzekirin hatiye avakirin, lê ev yek li gorî rastiyên siyasî yên Rojhilata Navîn nîne.
Phillips, dibêje "şoreşa Rojava nepratîkî û projeyeke zû bû" ku civakên Rojhilata Navîn hîn negihîştine wê astê ku sîstemeke li ser bingeha demokrasiya herêmî, ya ji desthilata navendî azad, bipejirînin.
Di gotarê de her wiha hatibû destnîşankirin ku civakên erebî û Tirkiye ji avahiyên federal an jî nenavendî bi guman in û hatibû gotin ku "federalîzm ji bo ereb û tirkan gaveke zêde ye."
Li gorî Phillips, vekişîna piştgiriya DYAyê û qebûlkirina yekbûna bi rejîma Şamê re ji aliyê HSDê ve piştî zexta leşkerî ya zêde ya Tirkiyeyê, dawî li ceribandina rêveberiya xweser a li Rojava anî. Di gotarê de hat gotin ku tevgera kurd niha "mecbûr e ku xwe li gorî rastiya Tirkiyeyeke bihêz û Sûriyeke îslamî biguncîne."
