''Piska Herêma Kurdistanê di budçeya gistî ya Iraqê de wenda ye û nayê zanîn bi ku derê ve çûye''
PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî diyar kir, pişka Herêma Kurdistanê di budçeya giştî ya Iraqê de, tenê sedî 5 e û demek e dirêj e jî tu pere nehatiye şandin.
Li gor Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ji Navenda Nûçeyên Niştimanî ya Iraqê re da zanîn, hêzên siyasî berdewam Kurdan tohmetbar dikin, ji ber me dest daniye ser petrola Besrayê, lê di rastiyê de em ji wê berpirs nînin, li gor belge pişka Herêma Kurdistanê li temamê budçeya dewleta Iraqê de tenê sedî 5 e. Lê ji sala 2014ê ve heta sala 2018ê, tu pere nehatiye şandin û me tu pere ji Hikûmeta îtîhadî ya Iraqê wernegirtiye. Eger ew pere di projeyên hilberînê yên li parêzgeha Besra yan jî Zîqarê hatiba xerc kirin, em ê keyfxweş ban, lê ew pare winda ye û nayê zanîn çi lê hatiye û bo ku derê ve çûye.’’
Qubad Talabanî herwiha ragihand, ji meha Tebaxa 2020ê ve rêkeftinek di navbera her du Hikûmeta Bexda û Hewlêrê hatiye kirin, Hikûmeta îtîhadî, ji me re gotiye ku dahata petrol û neneftî ya Herêma Kurdistanê bo herêmê û 320 milyar dînar her meh dê ji we re bê şandin, li hember wê jî tîmeke teknîkî dê bo çavdêriya deriyên sînorê yên Herêma Kurdistanê bên şandin, lê ew rêkeftin berdewam nekir û tenê du meh pare hat şandin, pişt re hatin rawestandin, gelo ew pere bo ku derê hat xerc kirin? Gelo bo Bexda, yan Besre û Selahedîn hatiye xerckirin nayê zanîn.
Herwiha destnîşan kir, eger pirsgirêka Besra bi wê çareser dibe ku mafên Herêma Kurdistanê ji wê deverê re bê dayîn me dê li hev kiriba li ser wê yekê.
Qubad Talabanî eşkere kir û got, Herêma Kurdistanê amade ye hemû pêbendiyên li gel Hikûmeta îtîhadî bicîh bike, çi derbarê 250 hezar bermîl petrolên rojane be, yan dahata neneftî ya deriyên Herêma Kurdistanê, li gor yasayên di çarçoveya destûr, lê li hember wê divê mafên Herêma Kurdistanê jî bên dabîn kirin.
Derbarê sedemê rêkeftinên radestkirina dosyaya petrolê ji şîrketa bazarî ya petrola Iraqê Somo re jî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, dahata serekî ya Herêma Kurdistanê petrol e, bi rêya wê dahatê ve, xercên cuda yên herêma Kurdistanê tên dabînkirin, eger ew take çavkaniya me jî neba, wê demê tu garantiyekî me nabe ku em xercên xwe dabîn bikin û em nikarin wan deynan bidin ku ketine ser milê Herêma Kurdistanê û da zanîn: ‘‘Wezareta darayî ya Iraqê hejmarekî tomarkirî ya fermanberên Herêma Kurdistanê li gel heye, ku digehe 683 hezar fermanber hene, lê zêdetir ji 751 hezar fermanber li Herêma Kurdistanê hene, eger dosyaya petrolê bi tevahî ji Somo re bê dayîn, em ê çawa mûçeyê wan fermanberan bidin ku navên wan li Wezareta Darayî ya Iraqê de tine? Ji ber cudayî heye di navbera hejmara fermanberên tomarkirî yên li Wezareta Darayî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de, ku cudayî jî nêzîkî 70 hezar fermanber e. ‘’
Herwiha hêvî xwest ku peyvendiyek nû derbarê petrol û darayî li navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çêbibe û got, baweriya me jî heye ku em gav bi gav wê yekê bikin, ku heta em digehine damezrandina şîrketekî nû ya Somo ku endamên Kurd jî li encûmena wê de bi bandor bin. Lê em hîn di destpêkê de ne û ew yek pêwîstiya wê bi karkirina zêdetir heye, bo zêdekirina baweriyê di navbera her du aliyan de.
Talabanî di hevpeyvîna xwe de ew daxwaza Wezîrê Petrola Iraqê ya derbarê girêdana hemû dosyayên petrola Herêma Kurdistanê bi yek îdareya ser bi Hikûmeta Iraqê re veneşart û got: ‘‘Daxwazeke ne destûrî ye.’’
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê teqez kir, ku daxwaza wan ew e hemû pirsgirêkên hatine cemidandin li gel Bexdayê bilez bên çareserkirin, ku bikevin rewşa bicîhanînê û ‘‘Herî kêm em hewl bidin pêngav bi pêngav pêşve biçin.’’ Herwiha daxwaz kir ji hemû aliyekî di dema hewayê hilbijartinê de, hest û soz û dirûşman dûr bikevin û li dû çareseriyekî mantiqî de vê qonaxê derbas bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin