Pirtûka Serok Barzanî a 'Kurdistan û Iraqa Nû' derket

13 tebax 2023 18:03
Pirtûka Serok Barzanî a 'Kurdistan û Iraqa Nû' derket

PeyamaKurd – Berga şeşem a rêzepirtûkên Serok Barzanî yên ‘Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd’ a bi navê ‘Kurdistan û Iraqa Nû’ derket.

Pirtûka ‘Kurdistan û Iraqa Nû’ ji du beşan û 1234 rûpelan pêk tê û tê de qala bûyerên salên ji 2003yan heta 2016an tê kirin.

Serok Barzanî di pêşgotina pirtûkê de wiha nivîsiye: “Rûxandina rejîmê, derfet li ber gelên Iraqê vekir ku bikarin ji xeletiyên dehsalên derbasbûyî yên rejîman, Iraqeke nû ava bikin ku tê de her kes di nava aramiyê de bijî û maf û erkên xwe nas bike.”

Serok Barzanî di pêşgotina pirtûka xwe de daye zanîn: “Ji sala 2003yan û heta 2016an, jiyana siyasî, saziyên dewletê û rewşa gelên Iraqê rastî guhertinên kûr û berçav hatin.”

Di pirtûkê de Serok Barzanî balê dikişîne ser bûyer, pêşhat û biryarên di navbera salên 2003 û 2016ê de hatine dayîn ku rola Serok Barzanî tê de hebû yan jî ew şahidê pêşkeftin û guhertinan bû.

Di pêşgotina pirtûka xwe de Serok Barzanî dibêje: “Pirtûka ku li ber destê xwendevanan e, berhema yadeşta rojane ya jiyana min a siyasî di vê qonaxa girîng û hestiyar de ye.”

Serok Barzanî di pirtûka xwe de dide zanîn, 13 salên qonaxa 2003 heta 2016an, derfeteke nû û bêmînak bû ji bo Herêma Kurdistanê û wiha pê de diçe: “Di vê heyamê de dezgehên Herêma Kurdistanê bihêztir bûn û bi damezrandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, vebûna zêdetir ji cîhana derve re peyda kir û bi rêya Serokatiya Herêma Kurdistanê, siyaseta giştî û serederiya ligel Iraqê hat dariştin.”

Herwiha di pirtûkê de ji bilî nivîs û vegotinên Serok Barzanî, hejmarek wêne û belge hene ku behsa çalakî, kiryar û biryarên Serok Barzanî tê kirin.