Pirtûka li ser Serok Barzanî ya bi navê ‘Mesûd Barzanî Lêveger û Penageh’ derket
PeyamaKurd - Pirtûka lêkolînî ya li ser serpêhatiya siyasî û şoreşgerî ya Serok Barzanî hatiye nivîsandin a bi navê, “Mesûd Barzanî Lêveger û Penageh) ji aliyê nivîskar Seid Hemewendî hat çapkirin.
Pirtûk bi awayekî belgenameyî û lêkolîna siyasî hatiye amadekirin û tê de behsa rol û pêgeha Serok Barzanî di hevkêşeyên siyasî yên navçeyê û Rojhilata Navîn de tê kirin.
Lêkolîner û nivîskar Seid Hemewendî di pirtûkê de ronahî xistiye ser berxwedan û têkoşîna Serok Mesûd Barzanî û rola wî ya berçav di tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd de, heta wê asta ku bûye sembola lêborîn, wêrekî û pakiyê.
Nivîskar navnîşana pirtûkê “Mesûd Barzanî, Lêveger û Penageh” hilbijartiye. Pirtûk ji (337) rûpelan e û ji çapxaneya “Karwan” li Hewlêrê hatiye çapkirin.
Nivîskar di pêşgotinê de, nivîskar pirtûk pêşkêşî hemû qurbaniyên ku ji bo perensîp û baweriyên xwe giyanên xwe bexşandine, piştre jî bhsa sedemên nivîsîna vê pirtûkê kiriye.
Li gorî nûçeya K24ê Seid Hemewendî di pêşgotina xwe de nivîsiye, “Bi berdewam ji kesayetiya Serok Barzanî, fêrî tiştên taybet û newaze bûme. Serok Barzanî kesayetiyek e, dema mirov lê dinêre, hêz, karîn û baweriyê didiyê, ew mirov fêr dike ku di dema hestiyar de, hemin û li ser xwe be."
Di beşa yekem a pirtûkê de, nivîskar behsa doza Kurdî dike ku çawa Serok Barzanî di dîroka xwe ya siyasî û şoreşgerî de, berdewam xwedî destpêşxerî bûye, herwiha amaje bi kesayetiya devera Barzan dike ku Serok Mesûd Barzanî li wir ji dayik bûye û xelkê wê deverê bi helwest, ciwan û mirovên gewre ne.
Hemewedî di beşa duyem a pirtûka xwe de destnîşan dike, Serok Barzanî bûye benagehe siyasî û mirovî ji tevahiya xelkê Rojhilata Navîn re û amaje bi gotareke Serok Barzanî kiriye ku tê de hatiye: Divê di warê siyasî de rêk bikevin, ji bo mafên xwe yên sereke bi dest bixin û mafên xelkê din jî li ber çav bigirin, ev jî tirs û nîgeraniya hemû aliyan nahêle.
Di beşa sêyem a pirtûkê de, nivîskar behsa Kerkûk û siyaseta Rêberê Netewa Kurd Mela Mistefa Barzanî li hember wî bajarî kir û amaje bi bûyereke berî 50 salî li Kerkûkê rû daye kir û piştre pensê helwesta Mistefa Barzanî dide û nivîskar nivîsiye: “Di salên heftêyî yên sedsala borî, şandek ji Bexdayê serdana Barzaniyê Nemir kir û jê re got: Tu çi dixwazî?
Barzanî got: Mafên me, heta zincîreya çiyayên Hemrînê û Kekûka dil jî di nav de.
Hemewendî amaje bi qonaxên cuda ên Kerkûkê kiriye ku rastî proseyên guhartina demografî û erebkirin û beisîtiyê hatiye û gelek hewl ji bo nehîştina Kurdan li wî bajarî hatine dan.
Diyar kir jî, siyaseta Serok Barzanî derbarê Kerkûkê de zelal û aşkere ye ku bajarekî Kurdistanê yê pîroz e û hewlên cidî ji bo parastina hebûna Kurdan a dîrokî û cografî.
Pirtûk bi giştî ji sê beşên sereke pêk tê. Beşa yekem taybet e bi aliyên dîrokî yên jiyana siyasî û Pêşmergayetî ya Serok Barzanî. Beşa duyem taybet e bi pêşkêşkirin û şîrovekirina nêrîn û dîtina Serok Barzanî li ser pirsên mirovî, siyasî, aborî û yasayî û behskirina li ser pirsên teror, dijberiya siyasî, çewsandin û mafên penaberan li Herêma Kurdistanê. Beşa sêyem jî, ji bo pêşkêşkirina nêrîna Serok Barzanî li ser pirsa Kerkûkê û Kurdistanîbûna Kerkûkê û pêgeha Herêma Kurdistanê li ser nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn.
Di dawiya pirtûkê de jî, albûmeke wêneyên Serok Barzanî bi kesayetiyên siyasî yên cîhanê û biryarbidestên siyasî yên li ser asta civaka navdewletî belav kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin