Pîransar | Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li mamosteyekî kurdî birrî

07 berfanbar 2024 14:07
Pîransar | Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li mamosteyekî kurdî birrî

PeyamaKurd – Hacî Berze, çalakvanê sivîl ê kurd û mamosteyê zimanê kurdî yê saziya hînkirina zimanê kurdî ya bi navê “Beyan”ê, ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî 5 meh cezayê girtîgehê û yê cezayê pere bûye. de hate sepandin. Ji ber beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûbû, hatiye girtin.

Raporeke ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, radigihîne ku Hacî Berze, ji mamosteyê zimanê kurdî ji aliyê Şaxê 102yê ya Dadgeha Keyferî ya Pîranşarê ya bi serokatiya dadwer “Emîr Mihemedî”, ve bi îdiaya sûcdariya “propagandaya li dijî hikûmetê” mehkûmî 5 meh cezayê girtîgê û bi îdiaya sûcdariya “belavkirina nerastiyan” mehkûmî dayîna 15 milyon tûmenî bûye.

 

Hacî Berzeyê çalakvanê sivîl û ji çalakvanê jîngehparêziyê yê xelkê gundê “Çiyane”yê bi Pîranşarê ve, roja çarşema 08.05.2024an, bi êrîşa hêzên îtilaatê ya bi ser cihê karê wî de bêyî hebûna belgeyeke hiqûqî hatiye girtin û ji bo girtîgeha vê saziyê ya li bajarê Ûrmiyeyê hatiye veguhastin.

Hengaw bi bîr dixe ku di dawiyê de piştî 3 hefteyên binçavkirinê, 27.05. 2024an, bi dayîna cezayê pere yê bi qasî 2 milyar û 500 milyon tûmenî, bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Nexedê hatiye berdan.