Pîlot bi wêne girtinê mijûl bûn, firokeyan li hev dan
Hate destnîşankirin ku sedema lihevketina du balafirên şerî li Koreya Başûr di sala 2021an de, ji ber hewldana pîlotan a kişandina wêne û vîdeoyan bû.
RûpelNews - Li gorî raporteke ku ji aliyê Lijneya Kontrolê ya Seûlê ve hatiye weşandin, du firokeyên F-15K ên ku li Daegu di mîsyoneke rûtîn de bûn, dema ku pîlotan bi telefonên xwe yên destan wêne dikişandin, li hev ketin.
Her çend di bûyerê de kes birîndar nebû jî, lêçûna zirara li firokeyan ji bo budceya leşkerî wek 880 milyon won hate ragihandin.
Bîranîna dawî ya firînê bi qezayê bi dawî bû
Lêpirsînan eşkere kir ku pîlotê berpirsiyarê qezayê, bi mebesta ku firîna xwe ya dawî ya bi yekîneya xwe re tomar bike, wêne bikişîne û ev niyeta xwe di civîna agahdarkirinê ya beriya firînê de jî anîbû ziman.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di wê demê de, girtina wêneyên firînên girîng di nav pîlotan de pratîkeke berbelav bû.
Di dema firînê de, pîlotê ku di pozîsyona 'wingman' (hevalê balafirê) de difiriya, ji nişka ve balafir manewra serûbinî kir da ku wêneyek çêtir bikişîne, û ev yek bû sedem ku balafir bi awayekî xeternak nêzîkî hev bibin.
Her çend balafira pêşeng hewl da ku bi lez dakeve da ku ji lihevketinê dûr bikeve jî, balafirên jet li hewayê li hev ketin; baskê yek balafirê û stabîlîzera dûvê ya ya din zirar dît.
Biryara Lijneyê di doza qerebûyê de
Ji pîlotê ku ji hêza hewayî derketibû da ku ji bo firokeyeke bazirganî bixebite, di destpêkê de hatibû xwestin ku hemû lêçûnên tamîrê bide.
Lêbelê, piştî îtiraza pîlotî, Lijneya Çavdêriyê destwerdan kir û biryar da ku kêmasiyên îdarî jî beşdarî qezayê bûne. Lijneyê destnîşan kir ku Hêzên Hewayî di çavdêriya bikaranîna kamerayên şexsî ji aliyê pîlotan ve de bi têra xwe bi ser neketiye û cezayê pereyî yê ku diviyabû ji aliyê pîlot ve bihata dayîn daxist 88 milyon wonan ku ev yek ji dehên lêçûnên tamîrê ye.
Di biryarê de herwiha tomara baş a berê ya pîlot û ev yek ku wî karîbû balafira zerardîtî bi ewlehî vegerîne baregehê, wekî faktorên sivikirina cezayê hatin qebûlkirin.
