Pileya germa dinyayê 3 rojan ser hev rekor sikand!

07 tîrmeh 2023 23:14
Pileya germa dinyayê 3 rojan ser hev rekor sikand!

PeyamaKurd – Li gorî daneyên Zanîngeha Maine a Amerîkayê, 4-5 û 6ê Tîrmehê bi zêdebûna germa kurewî re, di heman hefteyê de 3 rojan ser hev rekora pileya germê li seranserê dinyayê hatiye şikandin.

Di lêkolînê de derketiye holê ku pileya germa kurewî di hefteya dawî de gihîştiye 17,18an û 4-5 û 6ê Tîrmehê germahiya herî zêde hatiye tomarkirin.

Herwiha li qeşema Antartîkayê jî pileya germê bi awayê navînî bûye 4,5 ku ev jî metirsiyek ji bo zêdebûna germa gerdunî.

Li aliyê din Saziya Netewî ya Atmosfer û Okyanûsan a Amerîkayê (NOAA) daneyê Zanîngeha Maine piştrast nekirine, lê diyar kiriye ku ji ber guherîna avhewayê di serdemeke germahiya zêde de derbas dibin.

Germahiya kurewî ya herî zêde sala 2016an wekî 16,9 hatiye pîvandin ku ya 2023yan jî gihîştiye 17,18an.