Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo 8ê Adarê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar li ser hesabê xwe yê platforma Xê peyameke vîdeoyî parve kir û got, ji bo ku jinên Kurdistanî bigihin mafên xwe ew dê her piştevaniya wan bike.
RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyama xwe de tekezî li ser biryardariya jinên kurd kir û piştgiriya xwe ji bo daxwaz û mafên rewa yên jinan dubare kir.
Peyama Serokwezîr wiha ye:
"Ez Roja Cîhanî ya Jinan li hemû jinên li Kurdistan, Îraq û li seranserê cîhanê pîroz dikim.
Ez qîmetê didim têkoşîn, biryardarî û rolên jiyanî yên jinên kurd di civakê de; ez piştgiriya xwe ji bo daxwaz û mafên wan ên rewa dubare dikim.
Xurtkirina wekheviyê ji bo paşeroja me xwedî girîngiyeke mezin e."
