Peyama Nêçîrvan Barzanî li ser koçkirina John McCain

26 tebax 2018 23:29
Peyama Nêçîrvan Barzanî li ser koçkirina John McCain

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya koça dawî ya Senator û siyasetmedarê Amerîka John McCain,  peyamek belav kir û tê de got ku McCain dostekî dilsoz ê gelê Kurd bû.

Senator û siyasetmedarê navdarê Amerîkî û dostê Kurdan, John McCain îro yekşmê di temenê 81 saliyê de koça dawî kir.

Derbarê wefataNêçîrvan Barzanî Ev jî tekesta wê peymê ye:

“Koça dawî ya siyasetmedarê hêja û kesayetiya navdar ê Amerîka û dostê dilsoz ê gelê Kurdistanê John McCain ez xembar kirim. Bi vê boneya nexweş ez ji dil sersaxiyê ji malbat û dostê McCain re dixwazim û ji wan re dibêjim ez hevxem im bi we re. Ji Xwedayê mezin lavakarim ku rehma xwe li McCain bike û cihê wî bike buheşt.

Ji gelê Kurdistanê re jidestdana birêz McCain ziyaneke mezin bû. Ji ber ku ew dostekî dilsoz ê gelê Kurdisanê bûye û xemxûr û parêzerekî dijwar bû bo mafê Kurdan. Berdewam bergirî dikir li mafên gelê Kurdisanê û hewl dida Kurd bighên mafên xwe. Gelê Kurdistanê qet dilsozî û piştevaniya birêz McCain jibîr nake û dê her rêzê li wî bigre.