‘Pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê di demeke nêzîk de bihêztir dibin’

05 gulan 2019 13:11
‘Pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê di demeke nêzîk de bihêztir dibin’

PeyamaKurd - Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman ragihand, Amerîka dixwaze Herêma Kurdistanê xwedî aboriyeke bihêz be.

Ebdulrehman got, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de dê di demeke nêzîk de berfirehtir û bihêztir bibin.

‘AMERÎKA, BRÎTANYA Û ALMANYA DÊ ALÎKARIYA PÊŞMERGE BERDEWAM BIKIN’

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştevaniyên Amerîka ji bo Hêzên Pêşmerge dê berdewam bin. Herwiha Amerîka û Brîtanya û Almanya berdewam in li ser karê xwe ji bo pêşxistina Wezareta Pêşmerge û cîbicîkirina reform û çaksaziyan di wê wezaretê de. Serkeftina vê pêngavê yek ji mercên Amerîka ye ji bo ku alîkariya Hêzên Pêşmerge bike û pêşmergeyan perwerde bike.”

‘AMERÎKAYÊ BUDÇEYA PARA PÊŞMERGE GARANTÎ KIRIYE’

Ebdulrehman bal kişand ser ku di van çend mehên dawî de, em gelek caran bi Wezaretên Bergîriyê û Derve û endamên Kongreya Amerîka re civiyane û wiha axivî: “Me behsa wê yekê kiriye ku di budçeya Amerîka ya sala 2020 de para Hêzên Pêşmerge hebe ji alîkariyên darayî û teknîkî û perwerdeya leşkerî, ji ber ku beşek ji wê budçeyê dê ji bo hêzên Iraqê be û em dixwazin para Pêşmerge jî garantî bikin û ev yek bicîh hatiye.”

‘DÊ DI DEMEKE NÊZÎK DE PÊWENDÎ BIHÊZTIR BIBIN’

Nûnera Hikûmeta Kurdistanê wiha domand: “Ew aliyên ku em bi wan re civiya ne, bi zelalî tekez kirine ku ji bo berdewamiya alîkariyên Amerîka bo Hêzên Pêşmerge, divê di serî de projeya reform û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge berdewam be. Ji xwe em dizanin ku Amerîka bi şêweyên din jî alîkariya gelê Kurd dike û dê di demeke nêzîk de dê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka berfirehtir û bihêztir bibin.”

‘PAŞKETINA AVABÛNA HIKÛMETÊ NE BI DILÊ AMERÎKAYÊ YE’

Derbarê nêrîna Amerîka li ser paşketina avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî, Beyan Samî Ebdulrehman got:

“Amerîkî paşketina avakirina hikûmeta Kurdistanê wek asteng û rêgir li pêşiya pêşkeftina Herêma Kurdistanê dibînin. Ne bi dilê Amerîkiyan e ku avakirina hikûmeta Kurdistanê ewqasî gîro bûye, lê di heman demê de ew destêwerdanê jî nakin û lezê nakin. Amerîka dizane ku di hemû rewşan de pêwîstiya wan bi Herêma Kurdistanê heye û herwiha pêwîstiya Kurdistanê jî bi Amerîka heye. Li cem Amerîkiyan Kurdistan mînakeke serkeftî ye ji bo Iraqê û ev yek gotina wan bi xwe ye, ku dibêjin ji bo proseya demokratîkirin û sivîlkirina Iraqê pêwîstî bi Kurdan heye.”