Pevçûna Îsraîl û Hamasê: Wê CIA mudaxele bike!
27 rêbendan 2024 13:36
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo agirbest û peymana pevguhertina girtiyan a mezin a di navbera Hamas û Îsraîlê de muzakere bike, wê Serokê CIAyê William Burns bişîne.
Li gor nûçeya rojnameya The Washington Postê Burns wê di rojên pêş de biçe Ewropayê û beşdarî hevdîtinên bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Abdurrahman Al Sanî û hemtayên xwe yên Îsraîlî û Misrê re bibe.
Di van hevdîtinan de, wê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve rawestana herî dirêj a pevçûnan (li Xezzeyê) û serbestberdana hemû girtiyan bê gotûbêjkirin.
Digel ku dema navbera pêşbînîkirî ya şer nayê zanîn, hin raportan îdia kirin ku Îsraîlê agirbestek 60-rojî pêşkêşî berdana hemî girtiyan kir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Teknoloji
‘Pistevaniya Îsraîlê ya bo Kurdan dibe ku polîtîkaya stratejîk a li herêmê xurttir bike’
01 rbn 2025
Cîhan
Îsraîl ji ser behrê avê pompeyî nav tunelên Hamasê dike
13 brf 2023
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin