"Petrola xam a Kerkûk-Ceyhanê ji hefteya borî ve ji bo xebatê amade ye"
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên ji Bexdayê hatine wergirtin, heta niha Iraqê bi fermî ji Tirkiyê ranegihandiye ku xeta Kerkûk-Ceyhanê ji bo operasyonê dîsa amade ye.
Du karbidestên pilebilind ên petrolê yên Iraqî dibêjin, Iraqê ti agehdariyek fermî ji Tirkiyê wernegirtiye li ser wê yekê ku boriya nefta xam a Kerkûk-Ceyhanê amade ye careke din bikeve operesyonê.
Wezîrê Enerjiyê Alparslan Bayraktar diyar kir, petrola xam a Kerkûk-Ceyhanê ji hefteya borî ve ji bo xebatê amade ye.
Rayedarekî payebilind ê Wezareta Petrolê ya Iraqê got, "Em weke Wezareta Petrolê divê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî derbarê geşedanên dawî yên li ser rewşa boriya petrolê de bên agahdarkirin. Me tenê ji çapemeniyê bihîst."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin