Pêsmerge pistî revandina du birayan, li dijî DAISê operasyon da destpêkirin

02 sibat 2020 16:40
Pêsmerge pistî revandina du birayan, li dijî DAISê operasyon da destpêkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser rêya dikeve navbera bajaroka Zinane û bajaroka Serqela ya ser bi navçeya Kifrî ve terorîstên DAIŞê bendeke demkî ya kontrolê danîne û du kesên birayê hevbûn revandin.

Li gorî zanyariyan şevê din terorîstên DAIŞê li ser rêya di navbera bajaroka Zinane û bajaroka Serqela ya ser bi navçeya Kifrî ya Germiyanê bendeke demkî ya kontrolê danîn û du birayên bi navê Qanih û Hêmin Celal revandin.

Fermandarê Pêşmerge li Zinane Mihemed Çewerî li ser bûyerê ragihand; “Di navbera gundê Belewe, Duracê û bajaroka Zinane de terorîstên DAIŞê bendeke demkî ya kontrolê danîn. Dema her du bira li gel hevjînên xwe ji cem sewalên xwe vegeriyan mal, rastî benda DAIŞiyan hatin. Çekdarên DAIŞê hevjînên wan berdan lê her du bira ligel xwe birin.”

Li gorî zanyariyan hêzeke pêşmerge ji bo dîtina kesên hatine revandin li deverê belav bûye û operasyon li dijî çekdarên DAIŞê daye destpêkirin.