Pistî The Economistê kovara Alman Stern jî manseteke dijî Erdogan wesand: 'Gelac'
PeyamaKurd – Bi nêzîkbûna hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyeyê re, medya cîhanê deshilatdariya Tirkiyeyê ya AKPê ya 20 salan û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji nêz ve dişopîne.
Piştî kovara The Economist Îngilîz, vê carê jî Kovara Alman Stern jî bi manşeta “Erdoganê Gelac” derket ku di sernavê de tê gotin: “Serokomarê Tirkiyê ji bo ku desthilatdariya xwe biparêze li gelek cihan pevçûnên xeternak sor dike.”
Kovara Alman Stern di berga hêjmara xwe ya îro 26ê Çileyê weşandiye de, wêneyê Erdogan bikar anîye û ji bo wî peyva ‘Gelac’ nivîsandiye.
Kovarê 10 rûpel ji bo dosyaya derbarê Erdogan de veqetandiye û dibêje: “Erdogan ji bo li ser desthilatdariyê bimîne, li welatê xwe, Sûriye û Almanyayê jî bi awayekî bêwijdanî şer dike.”
Sternê gotiye: “Gelo Erdogan wê têkçûna hilbijartinê qebûl bike? Ew û partiya MHPê ya hevkarê wî ewqasî xwe di nava hêzên leşkerî de bicih kirine ku pispor texmîn dikin ku bêyî tercîha gel jî dikare li ser desthilatdariyê bimîne.”
Hefteya borî jî Kovara The Economist ku navenda wê li Londonê ye, bi sernavê “Tirkiye li ber dîktatoriyê ye” derketibû û ji aliyê AKP û Erdogan ve ew manşet rastî bertekan hatibû.
Li aliyê din partiyên maseya 6an ên opozîsyona Tirkiye li dijî wan manşetan derdikevin û dibêjin, ew destwerdanên derveyî yên beriya hilbijartinê qebûl nakin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin