Pêsmerge dest bi hevkariya nehistina belavbûna vîrusê kir

24 adar 2020 23:53
Pêsmerge dest bi hevkariya nehistina belavbûna vîrusê kir

PeyamaKurd - Fermandarê Yekîneyên 70ê yê Hêzên Pêşmerge Mistefa Çawreş ragihand ku Pêşmerge jî beşdarî rûbirûbûna rêlibergirtina belavbûna vîrusa korona bûye.

Çawreş îro Sêşemê ragihand, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê jî bi armanca rêlibergirtina belavbûna Koronayê dest bi alîkarî û hemahengiyê kirine ligel hêzên emnî û îdarî yên Herêma Kurdistanê.

Fermandarê Pêşmerge diyar kir, hêzên emî  li çend herêman daxwaza alîkariyê ji hêza Pêşmerge kiriye û Pêşmerge jî bi armanca pabendbûna xelkê bi tedbîrên tendirustiyê dest bi kar kiriye.

Mistefa Çawreş destnîşan kir ku ligel erken xwe yên parastina sînor, xak û xelkê Kurdistanê Pêşmerge amade ye her erkê bîne cî di rêya parastina can û malê xelkê Herêma Kurdstanê.