Peskov: Derbarê rêkeftina Îdlibê de Sûriye jî dê were agahdarkirin

06 adar 2020 17:30
Peskov: Derbarê rêkeftina Îdlibê de Sûriye jî dê were agahdarkirin

PeyamaKurd – Berevkê Koşka Kremlînê, Dmitriy Peskov ragihand ku derbarê rêkeftina Îdlibê ya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de dê Sûriye were agahdarkirin.

Li ser pirsekê bê gelo wê derbarê hevdîtin û rêkeftina Rûsya û Tirkiyê de li ser Îdlibê, Sûriyê jî were agahdarkirina yan na, Peskov got, “Teqez Sûriye jî dê were agahdarkirin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin,duh li Moskowayê civiyabûn û civîna di navbera herdu aliyan de 5 saet û 40 xulekan dewam kiribû. Di encamê civînên dualî de herdu alî gihiştibûne rêkeftinekê.

Li gorî wê rêkeftinê, agirbest hatibû ragihandin û biryar hatibû dayîn ku tevahiya tevgerên leşkerî bên rawestandin.

Li ser rêya M4ê wê dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê bigerin û li başûr û bakûrê M4ê wê bi kurahiya 6 kîlometreyan korîdoreke ava bikin.

Wê temamê komên  terorîst ji holê bên rakirin.

Komên terorîst ew komê in ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wekî terorîstî tên naskirin.