Perwerdeya Hewlêrê ji ber barîna barana zêde betlan ragihand
13 rêbendan 2022 15:00
PeyamaKurd – Li Hewlêrê, ji ber barîna barana zêde, lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye û hejmarek rê, ji ber kombûna avê hatine girtin. Bi sedema wê, Perwerdeya Hewlêrê îro betlane ragihand.
Rêveberiya Giştî ya Perwerdehiya Hewlêrê bi daxuyaniyekê mamoste û xwendekar hişyar kirin û diyar kir, ji ber barana xurt û ji bo parastina selametiya xwendekar û mamosteyan, dibistan dikevin betlaneyê û ezmûnên xwendekaran jî nayên kirin.
Ji aliyekî din ve, Rêveberiya Giştî ya Çûnûhatinê ya ajokar û welatî agahdar kirin ku li hin rê û kolanên Hewlêrê û derdora wê lehî rabûye, ji ber wê divê welatî hewl bidin xwe ji cihên ku av kom bûye dûr bixin û rêyên vekirî bi kar bînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji ber barana zêde li Hewlêrê lêhî rabû, berf jî di rê de ye
20 sbt 2020
Jiyan
Barîna barana zêde bû sedema mirina 10 kesan
13 tbx 2022
Koçber
Rêveberiya Tenduristiyê ya Hewlêrê: Bûyerên HIV/AIDSê zêde dibin
01 brf 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin