Li çar navçeyên Rihayê ji ber barana zêde dewam hat rawestandin
Li Rihayê ji duh ve baraneke zêde dibare. Avê da ser hin rê, mal û kargehan. Parêzgeriya Rihayê ragihand ku ji ber bandora barana zêde li navçeyên Serêkaniyê, Wêranşar, Xelîliyê û Eyubiyê dewama li dibistanan hatiye rawestandin.
RûpelNews - Îsal ji ber barana zêde gelek bajarên bakur bandoreke neyînî dibînin. Gelek mal û kargeh di bin avê de dimînin. Li seranserê bajarê Rihayê ji duh ve barana zêde bê navber berdewam dike.
Parêzgeriyê ragihand ku ji ber barana zêde, bi taybetî li taxên gundewarî lehî rabûye û zirar gihîştiye gelek rêyan.
Ji ber ku ev rewş dikare bibe sedema pirsgirêkên veguhestinê, hat ragihandin ku dê hemû dibistanên li taxên gundewarî yên navçeyên Xelîliyê, Eyûbiyê, Serokaniyê û Wêranşarê îro, ji bo rojekê werin girtin.
Malbata ku 10 kesan pêk dihat hat rizgarkirin
Ji ber barana zêde, li nêzî taxa gundewarî ya navçeya Xelîliyê ji nişka ve lêhî rabû. Malbateke Sûriyê ya ji deh kesan pêk dihat ku di dema lehiyê de di mala xwe de asê mabûn, ji aliyê tîmên hawarçûnê ve hat rizgarkirin.
