Pentagonê li ser êrîsên baregehên Amerîka yên Iraq û Sûriyê daxuyanî da: Bê bersiv namîne!
20 cotmeh 2023 21:53
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) li ser êrîşên bi ser baregehên hêzên amerîkî yên li Iraq û Sûriyê de daxuyanî da.
Pentagonê ragihand ku ew dê her cûre gavên pêwîst bavêjin û di demeke ku ew diyar bikin de, bersiva êrîşan bidin.
Berdevkê Pentagonê Tuggeneral Patrick Ryder, da xuyakirin ku ew mafê xwe yê bersivdanê parastî dihêlin, lê êrîş bê bersiv namînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî destpêkirina şerê Hamas û Îsraîlê di nav çend rojên borî de, komên milîsên girêdayî Îranê bi moşek û dronan êrîş biribûn ser hin baregehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hizbullaha Iraqê gefa tundkirina êrîsên ser baregehên Amerîkayê xwar!
10 brf 2023
Jiyan
Rapora Pentagonê: Amerîka vekisîna ji Iraqê berçav dike
20 tbx 2024
Cîhan
Tevgera Sedir: Ji ber êrîsên li Hewlêrê hêzên Amerîka li Iraqê zêde bûne
12 trm 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin