Amerîka: Êrîsên li ser Herêma Kurdistana Iraqê em dilgiran kirin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, bi peyamekê diyar kir, ji ber êrîşa şeva borî ya li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dilgiran in.
Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka Ned Price, li ser twîtterê da zanîn: "Êrîşên li ser Herêma Kurdistana Iraqê, em dilgiran kirin."
Price herwiha destnîşan kir: "Gelê Iraqê ji mêj ve ji ber zordarî û binpêkirinên serweriya xwe yên bi vî rengî êş kişandiye."
Balafirxaneya Navdewletê ya Hewlêrê, şeva borî carek din rastî êrîşê hat. Di daxuyaniyekê de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê eşkere kir, êrîş bi rêya drone TNT li ser binkeya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li balafirxaneyê hatiye kirin.
Wezareta Navxwe da zanîn, di erîşê de tu ziyanên canî nebûne û tenê ziyanên madî gihîştiye avahiyekê û lêkolîn ji bo diyarkirina jêder û cihê jê ve êrîş hatiye kirin berdewam e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin