Pentagon bi bihayê 166 mîlyon dolarî alîkariyê dide Pêsmerge

03 rêbendan 2021 03:30
Pentagon bi bihayê 166 mîlyon dolarî alîkariyê dide Pêsmerge

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DEAŞê; wezareta bergiriyê ya Amerîkayê ji budçe ya xwe ya sala 2021 ê de wê bi miqdarê 166 mîlyon dolaran alîkariyê bide hêzên Pêşmerge.

Farmandarê navendê yê koalisyona navdewletî albay David Williams di mijara destekê de ragihand ku wê 166 mîlyon dolar bixin nava budçeya hêzên Pêşmerge û bi vî awayî destekê bide budçe ya parastinê. Albay Williams ragihand ku dê alîkariya xida û ardûyan jî bidin Pêşmerge.

Her weha herkes bende ye ku Amerîka di 7 ê mehê de bi bihayê 12 mîlyon û 700 hezar dolarî 50 heb kamyonên leşkerî, 20 alavên leşkerî, 12 ambûlans û 11 alavên zirxî bide hêzên Pêşmerge.