Pentagon, alavên berevaniyê disîne Îsraîlê
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada berevaniya Amerîkayê hatin ragihandin, Pentagon du bataryayên radarê yên Qubeya Hesinî ya Artêşa Amerîkî û navbirî dişîne Îsraîlê da ku berevaniya asîmanî ya Îsraîlê bi hêz bibe.
Li gorî hat ragihandin, Pentagon du bataryayên radarê yên Iron Dome yên leşkerî yên Amerîkî dişîne Îsraîlê da ku piştgiriyê bide hewildanên girtina roketên ku ji Xeza û Lubnanê tên havêtin.
Çavkaniyên berevaniyê ji Bloombergê re plana dabînkirina Amerîkayê piştrast kirin lê belê negotin dê kengê ev cebilxane were radestkirin.
Her wiha Serokê Amerîkayê Joe Biden, roja înê daxwazek ji bo 105 milyar dolar alîkarîya leşkerî pêşkêşî Kongresê kiribû û diyar kiribû ku zêdetirî 14 milyar dolar ji bo parastina Îsraîlê li hember êrîşên Hamasê divê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin