Pênc kompaniyên Amerîkî bi qasî 8 milyar dolaran rêkeftinên aborî bi Iraqê re îmze kirin
PeyamaKurd – Pênc kompaniyên Amerîkî, di çarçoveya serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Washingtonê de, bi qasî 8 milyar dolaran rêkeftinên aborî ligel Iraqê îmze kirin.
Li gor Wezareta Enerjiya Amerîkayê ragihand, kompaniya Haul International, Pîker Hiyuz, General Electric, Stellar Energy û Chevron, bi qasî 8 milyar dolaran rêkeftin ligel wezîrê petrola Iraqê, Îhsan Ebdulcebar Îmze kirine.
Herwiha Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Dan Brouillette ragihand, ew girêbest ji bo paşeroja kerta enerjiyê ya Iraqê gelek giring in û tekez kiriye, baweriyeke me ya temam heye, çawan ku wan kompaniyan Amerîka di warê enerjiyê de gîhaştin serxwebûnê, dê ezmbûna xwe ji bo alîkariya Iraqê di kerta enerjiyê de bi kar bînin.
Kompaniyên Amerîkî li ser daxwaza rêveberiya Trump, bi qebareyeke zêdetir ji bere, dê bêne Iraqê û hilberînê di sektora petrol û enerjiyê ya wî welatî de bikin.
Berê Donald Trump ragihandibû, kompaniyên Amerîkî li piraniya projeyên dîtina petrolê li Iraqê beşdar dibin.
Kompaniya General Electric ragihandiye, wan du girêbest li gel Wezareta Elektrîkê ya Iraqê bi buhayê 1.2 milyar dolar îmze kiriye. Li gor wan girêbestan, General Electric karê çakkirina hemû santralên elektrîkê yên li Iraqê pêk tîne.
Di warê petrol û gazê de jî, kompaniya Chevron girêbestek li gel Wezareta Petrola Iraqê ji bo pêşxistina blokên neftî yên Nasiriye û Xerafê îmze kiriye. Pêştir Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku ligel şanda Iraqê serdana Amerîkayê kiriye, gotibû ku Iraqê li gel Chevron girêbesta petrol û gazê îmze kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin