Koma Kompaniyên Gezhouba ya Çînê: Em amade ne 10 milyar dolar li Herêma Kurdistanê...

21 rêbendan 2023 15:02
Koma Kompaniyên Gezhouba ya Çînê: Em amade ne 10 milyar dolar li Herêma Kurdistanê...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Koma Şîrketên Gezhouba ya Çînê ragihandiye, ew amade ne 10 milyar dolar li Herêma Kurdistanê sermayesaziyê bikin.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Muhammed Şukrî diyar kir, Koma Şîrketên Gezhouba yên Çînî diyar kirin ku dixwazin 10 milyar dolar li otoban, rêyên hesinî, sektora elektrîkê û bendavên Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.

Herwiha Şukrî got: “Ew kar dikin ku rasterast bi rêya tîmeke taybet raporekê amade bikin.

Koma kompaniyên navborî yên ku li Wuhanê ne, bi xebatên xwe yên di warê avahîsaziyê û endezyariyê de tên naskirin.

Gezhouba ku yek ji kompaniyên pêşeng ên cîhanê ye, li gelek welatan veberhênanên xwe hene.

Gezhouba di hemahengiya xwe de ligel Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ji bo sermayeguzariyên li jêrxana Herêma Kurdistanê berdewam e.