Penaberên li Efrînê: Em bi zorê anîn vê derê!
PeyamaKurd- Bi hezaran kesên ku ji Xutayê hatine texliyekirin, piştî operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê; hatine li Efrînê bi cih bûne. Êdî niha penaberên Xutayî çi difikirin û rewşa wan çawa ye?
Ajansa Nûçeya Fransî ya bi navê AFPê çû Efrînê û li wê derê bi penaberên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine bicihkirin re axivî.
Li gorî Çavdêrxanya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) herî kêm 35 hezar penaber ji der ve hatine û li Efrînê bi cih bûne. Hinek ji van, li kampên derveyî bajêr dimînin û hinek jî di xaniyên Kurdên ku ji bajêr çûne de hatine bicihkirin.
Umaima El-Sheikh 25 salî ye û bi zilamê xwe Firas û du zarokên xwe re hatiye Efrînê. Di maleke Kurdan de hatiye bicihkirin. Hestên xwe wiha anîn zimên: Ti kes naxwaze ku di mala xelkê de bijî û alavên wan bi kar bîne. Em hemî dixwazin ku li welatê xwe di mala xwe de bijîn. Lê belê bi darê zorê em anîne vê derê û em xistin vî xanîyî de. Hinekên dî jî di xaniyên me de dijîn niha.
Karkerê bi navê Osman Xelîl jî kesekî ji Efrînê ye û ji mala xwe nederketiye. Wî jî nêrînên xwe wiha gotin: Li taxa me jî malbatên ku ji Xutayê hatine, hene. Em bi hev re diaxivin. Lê belê ew dikarin werine Efrînê, lê yên ku ji Efrînê ne, nikarin werin. Hevalên Xelîl jî di dema şêrr de ji bajêr çûne û niha nahêlin ku vegerine mala xwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin