PDKÎ: Hêzên me li Pîransarê 3 pasdarên Îranê kustin
PeyamaKurd - Hêzeka çekdar ya nêzîkî Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, hêzên wan li nav bajarê Pîranşarê sê pasdarên kurd kuştine ku yek ji wan piledar bûye.
Hêza çekdar ya bi navê “Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê”, ku nêzîkî PDKÎ ne û wek “pêşmergeyên nav bajaran” jî tên nasîn, di daxuyaniyekê de ragihandiye, pêşmergeyên wan duhî li nav bajarê Pîranşarê êrişî otomobîleka pasdarên Îranê kirin. Li gorî daxuyaniya wê hêza Kurdistanî, di encama wê êrişê de sê pasdar hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Tê gotin, tevahiya wan pasdarên ku rastî êrişê hatine, kurd in. Yek ji wan fermandeyekî pilebilind bûye û navê wî jî Hasil Ehmedî bû lê di nav xelkê de jê re digotin “Hasile Şêt” (Hasilê dîn).
Navê 2 pasdarên din yên ku hatine kuştin jî, Setar Pîrotî û Umîd Melazade bûye û navê ewê birîndar jî Şoriş Qadirî ye. Li gorî agahiyan, wan pasdaran gelekî welatî aciz dikirin û zilmeke mezin li xelkê dikirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin