PDK û YNK li ser yasaya hilbijartinên Iraqê civiyan
PeyamaKurd - PDK û YNKê di asta saziyên hilbijartinê de civiyan û yasaya nû ya hilbijartinên Iraqê gotûbêj kirin.
Endamê rêveberiya PDKê û berpirsê saziya hilbijartina PDKê Xosrew Goran da xuyakirin ku ew li gel aliyên Kurdistanî di nav guftûgoyê de ne û îro li gel YNKê li ser asta saziya hilbijartinan civiyan daku hemahengiya zêdetir derbarê yasaya nû ya hilbijartinên Iraqê de bikin.
Xosrew Goran diyar kir ku biryar hat dayîn civînên demî yên herdu aliyan hebin û hemahengiya wan ligel hevdu hebe, heta derbarê komîsyon û yasayên taybet derbarê hilbijartinê de li Iraqê de hemaheng bin.
Endamê rêveberiya PDKê û berpirsê saziya hilbijartina PDKê got, di civînan de biryar hat dayîn, li gel lijneya yasayî û fraksiyonê her du partiyan civîn pêk bên û li gel aliyên din jî civîna bikin ji bo ku yek helwest bin û ziyan bi dengdarên kurd re neyê dayîn li navçeyên Kurdistanî.
Xesrew Goran da zanîn ku ji bo pêkanîna hilbijartinê 10 heta 12 meh pêwîst e, herwiha divê rewşa hin navçeyan bê asayîkirin, bi taybet jî Kerkûk divê hêzên çekdar tê de nemînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin