Naveroka projeyasaya hilbijartinên Iraqê hat eskere kirin
PeyamaKurd - Berdevkê Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî Seed Hedîsî, projeyasaya hilbijartinên Iraqê ku di xwepêşandanên berdewam de yek ji daxwaza sereke ye eşkere kir û got ku gelek kesên xwedî peywir, li gor pêşniyarên projeyasayê nikarin careke din xwe wek namzed nîşan bidin.
Li gorî projeyasaya hilbijartinên Iraqê ku naveroka wê ji aliyê Seed Hedîsî ve hatiye belavkirin; Kesê ku bibe namzed divê 25 salê xwe temam kiribe û kesên ku xwedî van peywirên li jêr bin jî nikarin di hilbijartinan de bibin namzed.
1 – Serokkomar û cîgirên wî
2 –Serokwezîr û cîgirên wî
3 – Wezîr û wekîlê wezaretan
4 – Serokên desteyên serbixwe û cîgirên wan
5 – Serokên saziyên bi wezaretan ve negirêdayî û cîgirên wan.
6 – Şêwirmend
7 – Parêzger û cîgirên wan
8 – Serok û endamên encûmena parêzgehan
9 – Kesên xwedî peywirên taybet
10 – Rêveberên giştî
11 – Dadwer
12 – Endamên dozgerên giştî
Rêveber, karmend û kesên din ên nikarin bibin namzed jî wiha ne:
- Ti kesekî ku endamê hêzên ewlehiyê be nikare bibe namzed
- Endamên encûmena komîsyaran û ew kesên ku peywirên bilind di komîsyona bilind a helbijartin û fermanberên komîsyonê jî nikarin bibin namzed di helbijartinan de.
- Ew kesên bi lîsteya yek alî diçin nav helbijartinan, di danîna mîqtarek pare wek temînatê beşdarbûnê li helbijartinê li wan tê borîn.
- Encûmena nûnerên Iraqê ji 251 parlamenteran pêktê, ku 5 parlamenter kotaya mesîhî, 1 Sabîe, 1 êzdî, 1 kurdê Feylî û 1 şebek dibe.
- Koçber dikarin li cîhê ku niştecîhbûne deng bidin, lê dengê wan bo bazina wan a eslî ya helbijartinê diçe, ango ew parêzgeha lê dayîkbûye dengê wî bo wê parêzgehê diçe.
- Proseya pencemor bo dengdana giştî û taybet dê bê encamdan.
- Piştî dengdana taybet, karta dengdanê ji dengdêr dê bê wergirtin, piştre jî bi rêya yekeyên leşkerî ve kartên wan bên wegerandin.
- Ti parlamenter, partî û kutleyek tomarkirî di çarçoveya lîsteyên vekirî yên helbijartinê, nikarin biçin nav ti hevpeymanî, partî û lîsteyekî din, ku hikûmetê pêktîne.
- Rê nayê dayîn ti namzedekî serkeftî di helbijartinan de bo peywirekî bi payeya wezîr di wê dema helbijartina ku tê de serkeftî bûye bibe namzed.
- Iraq li ser asta parêzgehan ji bo 18 binkeyên hilbijartinê hatiye dabeş kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin