PDK li Kerkûkê bi sert besdarî hilbijardinê dibe

14 adar 2019 15:26
PDK li Kerkûkê bi sert besdarî hilbijardinê dibe

PeyamaKurd - Berpirsê PDKê Ednan Kerkûkî aşkere dike ku wê PDK bi şert beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibe li parêzgeha Kerkûkê.

Endamê Encûmena Serkirdayetiya  Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK( li Kerkûk – Germiyanê Ednan Kerkûkî derbarê pêvajoya hilbijdartinê ya li parêzgeha Kerkûkê ji çapemenîyê ra got:” Ev rewşa aniha li Kerkûkê heye heman ew rewşa 12.05.2018an e. Rewşa xirab a bajêr dewam dike. Aniha xelk nikarin bi azadî beşdarî pêvajoya dengdanê bibin û beşdarî hilbijardinê bibin. Heta 2 şert neyên cî nîyeta me nîne em beşdarî hilbijardinê bibin li Kerkûkê.”

Kerkûkî şertên PDKê yên ji bo beşdarîya hilbijardinê jî weha aşkere kirin: “Heger rewşa bajarê Kerkûkê asayî bibe baregehên PDKê dîsa lê bihêne vegerandin, rewşa azadîyê li bajêr pêk were û encûmena parêzgeha bajarê Kerkûkê vegere em ê beşdarî proseya hilbijardinê bibin.”

Kerkûk û herêmên kurdistanî yên ne di bin îradeya Herêma Kurdistanê da bûn di 16ê Cotmeha 2017an da di encama rêkeftina hin berpirsên YNKê ligel Heşdî Şabî û Iraqê ve hatibûn dagîrkirin