PDK li Kerkûkê besdarî hilbijartinan dibe: Amadekarîyên pêwîst hatine kirin

14 nîsan 2021 17:54
PDK li Kerkûkê besdarî hilbijartinan dibe: Amadekarîyên pêwîst hatine kirin

PeyamaKurd - Berpirsê Saziya Hilbijartinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Xesrew Goran ragihand ku wê PDK li Kerkûkê beşdarî hilbijartinên pêşwext ên Iraqê bibe.

Xesrew Goran eşkere kir, ’PDK li Kerkûk û hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê beşdarî hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê dibe.

Goran da zanîn partiya wan niha kar li ser diyarkirina navên namzedan li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên din dike û navan wê dema xwe de radestî komîsyonê bikin.

Berpirsê Saziya Hilbijartinan a PDKê bibîr xist ku hilbijartinên pêşwext roja 10.10.2021ê têne kirin û ji hilbijartinên berê cudatir e ku taktîkên zêde dixwaze, eger kurd amadekariyeke baş bikin dê dengên baş li wan navçeyan bidest bixin.

Herwiha Xesrew Goran ragihand ku PDKê amadekariyên pêwîst li wan navçeyan bo beşdarbûna hilbijartinan kirine.