PDK: Ji bo bicîhanîna xala 140 ê yekîtiya Kurda girînge
PeyamaKurd – Polîtburo ya Partiya Demokarata Kurdistanê di bin serpereştiya serok Mesûd Barzanî de civiya. Ji bo di dewra hukumeta bê ya Bexdayê de, maddeya 140 ê bê bicîhanîn û destûra Iraqê bê tetbîqkirin, divê yekîtiya Kurda hebe. Piştî civînê PDK ê ragihand ku ji ber tevlîbûna pêvajoya hilbijartina 10 ê cotmehê sipasiya xelkê Kurdistanê kirine û ji bo PDK di pêşde gavan bavêje, li ser koordinasyon, têgihiştina hev û hevkariyan xebata wan dewam dike.
Di daxwuyaniyê de, bi sedema desteka xelkê Kerkûkê û derverên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de dimînin ku destekê dane PDK ê, sipasiya wan kirin. PDK ragihand ku Iraq di pêvajoyeka xesas de derbas dibe û divê rêvebiriya federal û sîstem bi awayekî nûjen bê nûhkirin.
Di daxwuyaniyê de her weha ji bo desteka dane PDK ê, sipasiya xelkê Şengal, Xaneqin, Mexmûr, Zumar û Deşta Ninovayê hat kirin û hat gotin ku divê pirsgirêk di çarçoveya destûra Iraqê de bên çareserkirin. Di beyanê de behsa ji bo bicînanîna destûra Iraqê û ji bo mafên xelkê Kurdistanê bên bidestxistin û xala 140 ê bê bicîhanîn divê yekîtiya Kurda hebe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin