PDK: Emê bi projeya çaksaziyê serekî mezin li dijî gendeliyê bikin
PeyamaKurd - Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Parlemantoya Kurdistanê de ragihand ku ew ê bi rêya projeya reform û çaksaziyan şerekî mezin li dijî gendeliyê bikin.
Berdevkê Frakisyona PDKê Pêşewa Hewramanî ji malpera KDP.info re ragihandiye ku projeya çaksaziyê di destê Hikûmeta Kurdistanê de gihîştiye qonaxa dawî û dê nêzîk bighê Parlemantoya Kurdistanê.
Hewramanî got, “Em wek PDK amade ne ku piştevaniyê li wê projeyê bikin. Heya niha ti aliyek siyasî negotiye em piştevaniyê li projeya çaksaziyê nakin.”
Hewramanî destnîşan kir ku PDK û Hikûmeta Kurdistanê bi awayekî cidî kar li ser wê projeyê dikin û wiha pê de çû:
“Di dema hilbijartinan de jî me got ku emê şerê gendeliyê bikin û niha em kar ji bo wê yekê dikin. Emê bi rêya projeya reform û çaksaziyan şerekî mezin li dijî gendeliyê bikin. Emê bi riya yasayê bihêlin ku serwet û samanên vî welatî vala neçin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin